Şaredariya Erçişa Vanê xebatên xwe didomîne. Kuçe û kolanên navçeyê bi kulîlkan tên xwemilandin.
Ev der Erçişa Vanê ye.
Ekîbên Şaredariyê ji bo ku rê û xaçereyên navçeyê xweşiktir bikin, bi şev û roj dixebitin.
Li kuçe û kolanan kulîlkan datînîn.
Bi vê yeke, rê û xaçereyên navçeyê xweşiktir xuya dikin.
Heta niha 50 hezar kulîlk hatine danîn.