Xebatên şaredariya Midyatê

Ji bo ku Dêrên Meryem Ana û Mor Gabrîel bikevin nav lîsteya UNESCO’yê xebatan dest pê kir

Xebatên şaredariya Midyatê

Şaredariya Midyadê ji bo ku dêrên mor gabrîel û meryem anayê bikevin nav lîsteya mirateyên dinyayê ya UNESCO’yê dest bi xebatan kir. Di çarçoveya xebatan de şandeyeke şaredariyê çû serdana herdu dêran. Şandeyê derbarê xebatan de agahî da wezîfedaran.

Dêra Mor Gabrîelê û Dêra Meryem Anayê li gundê Haxa Midyadê ne. Ew hezar û 700 sal in ku cemaeta Ortodoksan a Suryaniyan li van dêran îbadetê dikin.

Şaredariya Midyadê jî ji bo ku ev cihên dîrokî di nav lîsteya mîratên Dinyayê ya UNESCO’yê de cih bigire dest bi xebatan kir.

Şaredar Veysi Şahin û şandeya bi wî re ji bo ku derbarê xebatan de wezîfedarên Dêrê agahdar bikin pêşî çûn serdana Dêra Mor Gabrîelê.

Şandeyê pişt re jî Dêra Meryem Ana ziyaret kir.

Walatî ji bo vê xizmetê memnûn in dixwazin ev proje demildest bikeve rewacê û xebat dest pê bikin.

Tê payîn ku di nav demeke kurt de her du dêr jî bikevin nav lîsteya miratên dinyayê ya UNESCO’yê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE