Xebatên Şaredariya Mêrdînê

Ekîbên şaredariyê sûkên dîrokî yên bajêr restore dikin.

Xebatên Şaredariya Mêrdînê

Şaredarıya Mêrdînê ji bo restorekirina sûkên dîrokî yên bajêr dest bi xebatan kir. Di çarçoveya xebatan de tê plankirin ku 19 heb sûk werin restorekirin. Bi saya van xebatan wê turîzma bajêr geştir bibe.

Bajarê Mêrdînê bi cih û warên xwe yên dîrokî bala turîstan dikşîne, ji navwelêt û derwelêt gelek kes tên bajêr.

Şaredariya Mêrdînê jî bi projeyekê li cih û warên dîrokî dest bi xebatên restorasyonê kir.

Di çarçoveya projeyê de sûkên dîrokî tên restorekirin. Derî û camekan tên nûkirin, kolan tên ronîkirin.

Esnafên sûkê ji xizmetê memnûn in û dibêjin bi saya van xebatan wê zêdetir turîst werin bajarê me.

Şaredariya Mêrdînê dixwaze bi tevahî 19 sûkan restore bike û bi vî awayî piştgiriyê bide turîzma bajêr.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE