Xebatên Şaredariyên Heremê

Şaredariyên heremê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bênavber dixebitin

Xebatên Şaredariyên Heremê

Li herêmê, şaredariyên ku qeyûm hatin tayînkirin bi gelek xizmetan dikin. Şaredariya Kopa Mûşê, navenda piştgiriya malbatan vekir. Şaredariya pîrxusa Bedlîsê jî pirsgirêka avê çareser kir. Niha jî li kolanên navçeyê keviran radixe.

Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Kopa Mûşê hat kirin, gelek xizmet çêbûn.

Şaredarî, li aliyekî kolanên navçeyê verast dike, li aliyê din jî avahiyan restore dike.

Cîgirşaredarê Bulanikê Haci Arslan:Beriya vê aligirên rêxistina terorî li vir propagandaya rêxistinê dikir. Me pêşî avahî paqij, pişt re jî restore kir. Niha jî wek Navenda Piştgiriya Malbatan tê bikaranîn. Welatiyên me di nav aramiyê de tên avahiyê.

Jinên navçeyê di avahiyê de him hînî hûneran dibin, him jî wextê xwe bi hev re derbas dikin.

Li Şaredariya Pîrxusa Bedlîsê jî xebatên qeyûm bênavber dewam dikin.

Şaredariyê pêşî pirsgirêka avê çareser kir, niha jî riyên navçeyê bi keviran rast dike.

Cîgirşaredarê Pîrxusê Mustafa Akgül derbarê xebatên xwe de agahî da.

Cîgirşaredarê Ovakişlayê Mustafa Akgül: Me xeta avê ya 10 kîlometreyî temam kir. Her wiha me li ser vê xetê depoyeke 300 tonî çêkir. Şaredariya me înşeata 4 park û 2 qadên lîstikê jî temam kir. Niha jî em kevirên parkeyê radixin.

Şaredarî ji bo çareserkirina pirsgirêkên din jî xebatên xwe didomîne.

Dîroka nûkirinê: 30 Mijdar 2018, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE