Xebatên şaredariyên herêmê

Riyên nav bajêr bi kevirên rengîn tên xemilandin

Xebatên şaredariyên herêmê

Xebatên şaredariyên Şirnex û qezayên wê dewam dikin. Şaredariya şirnexê riyên nava bajêr bi kevin rengîn dixemilîne. Herwiha şaredariya cizîrê jî, ji bo ku ava paqij bi awayekî daîmî bigîje hin taxan, tesîsa avê çêkir.

Şaredarî, riyên nav bajêr yek bi yek bi kevirên rengîn dixemilîne.

Kêfa Şirnexiyan jî, bi van xebatan xweş dibe.

Herwiha li Cizîrê jî Şaredarî xebatên xwe didomîne.

Herî dawî Şaredariya Cizîrê ji bo ku ava paqij bi awayekî berdewamî bigîje taxên Şah, Dîcle, Çiya û Cûdiyê tesîsa avê çêkir.

Di vê tesîsê de wê ava Çemê Dîcleyê were paqijkirin û li taxan bê belavkirin.

Xelkê Cizîra botan ji van xebatên Şaredariyê gelek memnun in.

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2018, 12:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE