Xebatên Turkiyeyê yên li bajarên Sûriyê bênavber dewam dikin. Li navçeya şiyê, mizgefta dîrokî bi piştgiriya midûriyeta giştî ya weqfa Turkiyeyê, hat restorekirin.
Li bajarê Efrînê xebatên Turkiyeyê bi şev û roj didomin.
Yek ji wan xebatan jî, restorekirina mizgeftên dîrokî ye.
Mizgefta Omer Bîn Xetab li navçeya Şiyê ye.
Mizgefta dîrokî 120 sal berê hatibû çêkirin. Mizgeft di şer û pevçûnan de rûxiyabû.
Midûriyeta Giştî ya Weqfên Turkiyeyê, dest bi xebatê kir û vê mizgeftê niha restore dike.
Xelkê bajêr ji bo van xebatan ji Turkiyeyê re spas kir.