Xebatên turîzmê yên TÜRSAB’ê

Şande bi acenteyên turîzmê re civiya û bi hev şêwirîn...

Xebatên turîzmê yên TÜRSAB’ê

Şandeya Yekîtiya Acentayên Tirkiyê ango TÜRSAB’ê, li batmanê bi nûnerên turîzmê re civînek li dar xist. Di civînê de derbarê potansiyela turîzma welêt de danûstendin hat kirin.

TÜRSAB’ê ango Yekîtiya Acenteyên Tirkiyê ji bo ku derbarê xebatên turîzmê de welatiyan agahdar bike li bajarên cuda organîzasyonan dike.

Yekîtî derbarê van xebatan de vê carê jî hat Batmanê. Şandeya TÜRSAB’ê bi acenteyên turîzmê û rayêdarên bajêr re civîn kir.

Şande piştî civînê li cihên turîstîk yên li Batmanê geriya û bi temsîlkaran re dan û stendin kir.

Endamên yekîtiyê di çarçoveya organîsayonan de piştî Batmanê çûn Mêrdînê.

Dîroka nûkirinê: 24 Nîsan 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE