Xebatên vekirina riyan berdewam in

Li Şirnexê ji bo vekirina riyên gundan bi şev û roj xebat tên kirin 

Xebatên vekirina riyan berdewam in

Li Bêşebaba Şirnexê di meha ada de li hin deran 5 metre berf ketibû. Xebatên ji bo paqijkirina wê berfê hêj dewam dikin. lê ji ber wê jî hewa gelekî sar e û hêj 10 dereceyan di bin sifirê de ye. 

Hewa germ dibe lêbelê li herêmê berf hêj li erdê ye.  

Ji bo paqijiya berfê jî bênavber xebat dewam dikin. 

Li Bêşebaba Şirnexê tîmên vekirina riyan berfê paqij dikin. 

Li hin deran heta 5 metreyan berf heye. 

Dozer û ekavator bi şev û roj dixebitin.  

Riyên gelek gundan hatine vekirin û niha tîm berê xwe didin riyên zozanan. 

ev 5 meh in li bajêr xebatên vekirina riyan dewam dikin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE