Weqfa Diyaneta Türkiyeyê li bajarê Afrinê xebatên xwe dİdomîne. Weqfê li gundê Pitêtê yê bajarê Afrinê mizgefteke nû çêkir û xist xizmetê.
Ev der gundê Pitêtê yê Afrinê ye. Li vî gundî berê mizgeft tune bû.
Weqfa Diyaneta Türkiyeyê ji bo çêkirina mizgeftê dest bi xebatê kir.
Çêkirina mizgeftê qediya û ji xizmetê re vebû.
Şêniyên gundê Pitêtê û rayedarên bajêr li mizgeftê bi hev re nimêj kirin.
Li gundên ku mizgeft tune ne jî xebat didomin.