Ciwanên xêrxwaz ên mûşî ji bo astengdarê taxa xwe motosîklet kirî…
Faîk Erikliyê astengdar ji zarokatiya xwe û heta niha bi çov dimeşiya.
Lê dema dimeşiya gelek zehmetî dikşand.
Ciwanên Mûşî, di nav xwe de pere kom kirin û wan ji bo cînarê xwe motosîqlet kirî.
Jê re gotin “heke tu çovên xwe bidî me em ê jî motosîqletê bidin te.”
Faîk Erîkliyê astengdar bi vê yekê gelek kêfxweş bû û sipasiya ciwanan kir.