Xebatên yekîtiya mêşvanan

Rayêdarên yêkîtiyê dibêjin ger mêş zivistanê li derve bimînin baştir e

Xebatên yekîtiya mêşvanan

Li Erdaxanê yekîtiya mêşvanan derbarê mêşên qafqasê de lêkolîn kirin. Rayedar dibêjin bila welatî zivistanê mêşên xwe li derve bihêlin. Her wiha li semsûrê jî midûriyeta çandinî û daristanê li mêşvanan 900 heb kewar belav kirin.

Li Erdaxanê Yekîtiya Mêşvanan derbarê mêşên qafqasê de lêkolîn kirin.

Di lêkolînan de diyar bû mêşên ku zivistanê li derve mane ji mêşên din baştir dibin.

Rayedarên yekîtiyê dibêjin bila mêşvan ji vir şûn de zivistanê mêşên xwe li derve bihêlin.

Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Semsûrê jî li mêşvanan 900 heb kewar belav kirin.

Midûriyet dixwaze li 100 hezar hektar zeviyî behîvan deyne û 100 hezar heb kewar belavî mêşvanan bike.

Midûriyeta bajêr bi vî awayî dixwaze hilbêrîna mêşan a xwezayî belav bibe.

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 09:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE