"Xelata aştiyê" dan Yusuf Îslam

Di "Zîrweya Helal a Dinyayê ya 2018an û 6emîn Fuara Helal Expoyê ya Teşkîlata Tevkariya Îslamê" da "Xelata Aştiyê ya Zîrweya Helal a Dinyayê ya 2018an" dan Yusuf Îslam

"Xelata aştiyê" dan Yusuf Îslam

Di "Zîrweya Helal a Dinyayê ya 2018an û 6emîn Fuara Helal Expoyê ya Teşkîlata Tevkariya Îslamê" da "Xelata Aştiyê ya Zîrweya Helal a Dinyayê ya 2018an" dan Yusuf Îslamê stranbêj û nivîskarê gotinên stranan ê Îngilîz.

"Zîrweya Helal a Dinyayê ya 2018an û 6emîn Fuara Helal Expoyê ya Teşkîlata Tevkariya Îslamê" ku AA bû Şirîkê wê yê Ragihandina Global, di hîmayeya Serokomariyê û tevkariya Enstîtuya Standardên Welatên Îslamê û Metrolojiyê (SMIIC), Navenda Xurtkirina Bazirganiya Îslamê (ICDT) û Discover Eventsê li Yenîkapiyê di Navenda Pêşandan û Hunerê ya Avrasyayê hat lidarxistin û dest pê kir.

Stranbêj û nivîskarê gotinên stranan ê Îngilîz Yusuf Îslam di merasima vekirinê da axivî û qala çîroka jiyana xwe kir.

Piştî axaftinên vekirinê Rêvebirê Payebilind ê Discover Eventsê (CEO) Emre Ete û Sekreterê Giştî yê SMIICê Îhsan Ovut plaketa ku ji aliyê Wezîfedara Hîndekariyê yê Zanîngeha Hunerên Bedew a Mîmar Sînanê Emel Basut Gemîciyê va hat çêkirin da Alîkara Wezîra Bazirganiyê Gonca Yilmaz Batur, Alîkarê Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Nureddîn Nebatî û Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya SMIICyê Dr. Saad Bîn Othman Al-Qasabî.

"Xelata Aştiyê ya Zîrweya Helal a Dinyayê ya 2018an" dan Yusuf Îslamê xêrxwaz. Rêvebirê Payebilind ê Discover Eventsê (CEO) Emre Ete û Sekreterê Giştî yê SMIICê Îhsan Ovut xelata Îslam danê.

- Ji bo AAyê plaketa spasiyê

Di bernameyê da Ajansa Anadoluyê jî di nav da plaket dan saziyên ku piştgirî dan zîrweyê. Midûrê Herêma Stenbolê Huseyîn Altinalan plaketa Ajansa Anadoluyê hilda.

Piştî dayîna plaketan qurdêle hatin birîn û "Zîrweya Helal a Dinyayê ya 2018an û 6emîn Fuara Helal Expoyê ya Teşkîlata Tevkariya Îslamê" vebû.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2018, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE