Xelatên ji bo kursiyerên sporê

Şaredariya Bajarê Mezin gelek amûrên sporê dan sporvanan

Xelatên ji bo kursiyerên sporê

Li Mêrdînê, şaredariya bajarê mezin diyarî dan sporvanên ku di çarçoveya berpirsyariya civakî de li kursên bêpere perwerde dibin. Waliyê mêrdînê mahmut demirtaş jî çû cem sporvanan û bi xwe hediye dan wan.

Li Mêrdînê di şewbê de jî hin sporvan çûn tesîsên sporê û tevlî aktîvîteyan bûn.

Zarokên di navbera 7 û 18 saliyê de çûn kursên bêpere.

Tenê îsal zêdetirî 370 zarok û ciwan tevlî kursên futbol, basketbol, voleybol û tenîsê bûn.

Şaredariya Bajarê Mezin jî ji bo wan zarok û ciwanan ji tîşort, şort û pêlavan heta top û raketan gelek amûrên sporê şandin.

Bi wan diyariyan kêfa zarok û ciwanan gelekî hat.

Waliyê Mêrdînê Mahmet Demirtaş jî çû cem sporvanan û bi destê xwe diyarî dan wan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE