Xelk ji ber TIR û qamyonan aciz e

Qamyon û TIR ji bo rê kurt bikin di nav taxê re diçin

Xelk ji ber TIR û qamyonan aciz e

Li Silopiqamyon, TIR û tankêrên ku diçin deriyê xabûrê, ji bo rê kin bikin di nav mehleyan de derbas dibin. Xelkê Taxa Cumhuriyetê ji vê rewşê gazinan dike.

Ev der kolana Cumhuriyetê ya Silopiya Şirnexê ye.

Qamyon, TIR û tankêrên mazotê yên ku diçin deriyê Xabûrê, ji bo riya xwe kurt bikin di vê mehlê de derbas dibin.

Zarok li ser riyên taxê ji xwe re dilîzin û ev rewş ji bo wan talûkeyeke mezin e.

Şêniyê taxa Cimhûriyetê ji derbasbûna van wesayîdên mezin bi gazinc in û dixwazin rayedar vê meselê hal bikin.

Dîroka nûkirinê: 10 îlon 2018, 16:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE