Xeta şêwrê ya rêberiyê

Mamosteyên rêber li ser xeta telefonê alîkariyê didin xwendekaran

Xeta şêwrê ya rêberiyê

Midûriya perwerdeyê ya Igdirê ji bo xwendekaran xeta şewrê ya rêberiyê ava kir. Ekîba ku ji 10 mamosteyan pêk tê alîkariyê dide xwendekaran.

Xwendekar ji ber şewba vîrûsa koronayê li malê li ser sîstema EBAyê dersên xwe taqîb dikin.

Midûriya Perwerdeyê ya Igdirê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran Xeta Şêwrê ya Rêberiyê ava kir.

Ekîba şêwrê ji 10 mamosteyên rêber pêk tê. Ger di sîstema EBA’yê de pirsgirêkek derkeve malbat dikarin telefon bikin û alîkariyê bistînin.

Her wiha ekîb derbarê bikaranîna înternetê de agahiyan didin xwendekaran û wan hişyar dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE