Li Agiriyê 17 dewar di avzêlê de asê man. Agirkujiya bajêr heywan xilas kirin. Li Erdîşa Wanê jî hespekî bêxwedî ji kendalê firiya. Ekîbên şaredariyê gihîştın hawarê û ew ji wir derxistin.
Li Agiriyê gavanan heywanên xwe ji Çemê Muradê derbas dikirin. Di wê demê de 17 heywan di avzêlê de asê man.
Gavanan xeber dan Îtfaiyeya Şaredariya Agiriyê.
Ekîbên îtfaiyê hatin cihê bûyerê û heywan xilas kirin.
Wan
Li Erdîşa Wanê jî hespekî bêxwedî ji kendalê firiya û nekarî derkeve.
Welatiyên derdorê telefonî şaredariyê kirin. Şaredariyê jî ekîbek û beytarek şand cihê bûyerê.
Ekîba şaredariyê hesp ji cihê ku asê mayî xilas kirin û tedawî kirin.