Lara Turana 10 salî tevî ku Xirabreşk nedîtibû jî, resma qada dîrokî çêkir û bi wê resmê beşdarî pêşbaziya navneteweyî bû. Şaredariya Şanlıurfayê bona 23ê nîsanê cejna zarokan keçika biçûk kir mêvan.
Qet Xirabreşk nedîtibû.
Lê bi saya lêkolînên ku kirin resma qada dîrokî çêkir û bi wê resmê tevlî pêşbaziya resman a li Japonyayê bû.
Lara Turana 10 salî bi resma ku çêkir, Xirabreşk bi cihanê da nasîn.
Şaredariya Şanlıurfayê jî ji bo spasiyê keçika piçûk û malbata wê li bajêr kir mêvan.
“Min rewşa Xirabreşkê ya beriya lêkolînên arkeolojîk û piştî wê çêkir. Min di 2 wextên cuda de her du rewşên Xirabreşkê li ser qaxizekê resmandin… Berhem û meseleyên dîrokî gelekî bala min dikşînin. Bona vê min Xirabreşk jî gelek meraq kiribû.”
Gava hate Şanlıurfayê , Lara ewilî li qada dîrokî geriya; li berhemên ku di înternetê dîtibûn temaşe kir.
Keçika piçûk piştî gera li Xirabreşkê, çû şaredariya bajêr.
Kopyayeke resmê xwe diyarî Şaredar Zeynel Abidin Beyazgül kir û li ser meqamê wî rûnişt.