Ji ber şewba vîrûsa koronayê kesên extiyar û nexweşiyên kronîk nikarin derkevin derve. Aşxaneya Ercişa Vanê jî ji bo wan kesan her roj 2 danan xwarinê çêdike, mal bi mal digere, û li wan belav dike.
Ev der aşxaneya Ercişa Vanê ye.
Beriya 3 salan ji bo feqîr û hejaran hatibû avakirin.
Lê ji ber vîrûsa koronayê kesên extiyar û nexweşiyên kronik jî nikarin derkevin derve.
Aşxaneyê ji bo wan jî dest bi kar kir.
Her roj 2 danan ji bo wan xwarinê çêdike û bi wesaîdê dibe malên wan.
Welatî ji vê xizmetê gelek razî ne.