Li Bitlisê îsal gelek berf bariya û gelek rê asê bûn. Ji bo vê yekê jî tîma xelaskirinê ya 112ê bi ambulansa bipalet xwe digihîne hawara kesên nexweş.
Li ser rê nêzî metroyekê berf heye.
Tîmên 112ê û yên îdareya taybet ji bo vekirina rê hewl didin.
Ev dîmen ji gundê Sixurtê yê girêdayî Xelata Bitlisê ne.
Îsal li herêmê gelek berf bariya û riyên gelek gundan asê bûn.
Ji bo vê yekê jî tîmên 112ê bi ambûlansên bipalet ji bo xwe bigihînin nexweşên li gundan hewl û xîreteke mezin didin.
Her wiha li gundê Sixurtê yê Xelatê jî rewşa nexweşê bi navê Fahrettin Selici giran bû û malbatê ji tîmên 112ê alîkarî xwest.
Tîmên 112ê bi ambûlansa bipalet di demeke kurt de xwe gihandin Fahrettin Selici û ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelatê.
Hat ragihandin ku niha rewşa Fahrettin Selici baş e.