Midûriyeta tenduristiyê ya Diyarbekirê li malan jî xizmetê dide nexweşan. Li bajêr her sal nêzî 5 hezar kes li malan tên dermankirin.
Ne bi tenê li nexweşxaneyan li malan jî ximzetên xwe didomînin.
Ekîbên Midûriyeta Tenduristiyê ya Diyarbekirê xwe digihînin hewara kesên ku pêdiviya wan bi tedawiyê heye.
Kemal Mercanê 79 salî yek ji wan nexweşan e û nexweşiya parkînsonê pê re heye.
Xebatkarên tenduristiyê ev 3 sal in diçin mala Mercan û wî li malê derman dikin.
Li Diyarbekirê her sal nêzî 5 hezar kes bi vî awayî tê dermankirin.