Xizmeta ji bo heywanên bêxwedî

Şaredariyê bi bermayiyan ji bo heywanên bêxwedî stargeh çêkirin

Xizmeta ji bo heywanên bêxwedî

Şaredariya İpekyoluya Vanê ji bo ku heywanên bêxwedî ji serma û zivistanê bên parastin projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de bi bermayiyan 50 stargeh hatin çêkirin.

Şaredariya Van İpekyoluyê ji bo heywanên bêxwedî dest bi projeyekê kir.

Ji bo ku heywan ji serma û zivistanê bên parastin bi bermayiyan stargeh çêkirin.

Xebatkarên şaredariyê bi paletan diwarên stargehan çêkirin.

Ji bo ku serma tesîrê lê neke jî derdora wan bi brandayan pêçandin.

Stargeh bi wesayîtên şaredariyê birin cih û warên ku hatibûn diyarkirin.

Ji bo ku heywan birçî nemînin jî li cem stargeh an jî hêlînan xwarin danîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE