Şaredariya Midyadê ji bo xwendekaran xizmeteke cuda xist rewace. Xebatkarên şaredariyê di çêkirina spartekan de alîkariyê didin zarokan.
Xwendekar ji ber şewbê li mala xwe li ser sîstema EBAyê dersan taqîb dikin.
Hin caran jî mamoste spartekan didin zarokan. Ji ber ku zarok nikarin derkevin derve, Şaredariya Midyadê piştgiriyê dide xwendekaran.
Xwendekar li ser watsapê xwe digihînin şaredariyê. Personel jî spartekan amade dikin û dibin malên xwendekaran.
Malbat bi saya vê xizmetê ji bo spartekan ji malê dernakevin û ji vê memnûn in.
Xizmeta şaredariyê dê heta dibistan vebin dewam bike.