Xizmetên heyva sor berdewam in

Li Muşê 31emîn aşxaneya Heyva Sor her roj xwarinê dide 4 hezar kesî 

Xizmetên heyva sor berdewam in

Di meha pîroz de him komele him jî xêrxwaz alîkariyên xwe yên ji bo hewcedaran didomînin. li mûşê aşxaneya heyva sor rojê 3 cure xwarinê dide 4 hezar kesî.   

Meha Remezanê meha parvekirinê ye. 

Di vê meha xêr û bereketê de alîkariyên xêrxwazan jî zêde dibin.  

Li Mûşê aşxaneya Heyva Sor alîkariyê dide 4 hezar hewcedarî. 

Li aşxanê her roj 3 cure xwarin tê çêkirin û beriya fitarê tê belavkirin.  

Aşxaneya Giyasettin Bingöl 31emîn aşxaneya Heyva Sor e. 

Di rewşên awarte de aşxane dikare xwarinê bide 70 hezar kesî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE