Xizmetên ji astengdaran re

Şaredariya Malatyayê erebeyên akûyî dan 45 astengdaran...

Xizmetên ji astengdaran re

Şaredariya Bajarê Mezin a Meletîyê bi xizmetên taybet alîkariya astengdaran dike. Şaredarî, erebeyên akûyî dan 45 astegdaran…

Li Tirkiyê, li gorî nifûsê herî zêde astengdar li Meletîyê dijîn. Li bajêr 70 hezar astengdar hene.

Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê ji bo welatiyên astengdar di nav civakê de rehet bikin, projeyan çêdike.

Bi daxwaza welatiyan, belediyê 45 sendelye û erebeyên bi akû kirîn.

Ew erebe bi merasîmekê li astegdaran hatin belavkirin.

Erebeyên akû bi ceyranê dişixulin û şarja wan 8 saetan têrê dike.

Welatiyên ku erebeyên xwe standin berê xwe dan sûk û parkên Meletîyê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Meletîyê heta niha 850 erebeyên akûyî dan astengdaran.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE