Li Doğubeyazıta Ağrıyê dildarên heyva sor, ji bo kal û pîran xizmetê didin. Herî dawî dildarên heyva sor çûn malên elî dindarik û nazê çeterez. Herdu malên wan boyax kirin, tedîlatên hewce kirin, paqijî kirin û xurekê wan çêkirin.
Şaxa Heyva Sor a Doğubeyazıta Ağrıyê ji bo kal û pîran projeyek da destpêkirin.
Dildarên Heyva Sor diçin malên kal û pîran, tedîlat, paqijiya malê dikin, ji bo wan xurek çêdikin.
Ji boyaxa malê heta temîrata prîzan hemû karî dikin.
Welatiyên ji vê xizmetê sûd digrin gelek kêfxweş dibin.
Bi taybetî di heyama şewbê de bêtir hewcedariya wan bi alîkariyê çêdibe.