Xizmetên ji bo liceyê

Bi qeyûm re reng û rûyê Liceyê guherî...

Xizmetên ji bo liceyê

Navçeya Liceya Amedê bi merîfeta qeyûm ji nû ve hat avakirin. Şaredarî 14 mılyon lîre xerç kir û 62 projeyan xist rewacê. Bi saya van xizmetan reng û rûyê Licê guherî û dilê welatiyan xweş bû.

Navçeya Licêya Diyarbekirê di sala 1975’an da bi tofana zelzelê serobino bû.

Piştî erdhejê jî pirsgirêka rêxistina terorî PKKê derket holê. Di bûyerên terorî de Lice di salên 90î de pir zirar dît.

Lê bextê Licê bi wezîfedarkirina qeyûm guherî.

Ji bo pirsgirêkên navçeyê werin çareserkirin bi butçeya şaredariyê 62 proje ketin rewacê.

Xeta kanalîzasyonê û pirsgirêka binesaziyê bi xebatên taybet çareser bû.

43 Kilometre kolan, rê û peyare bi kevirên parkeyê hatin raxistin. Cadde bi lembayên rengîn û dikanên esnafan jî bi brandayan hatin nûkirin.

Lice bi xebatan ji nû ve ava bû û bû navçeyeke nûjen.

Li navenda Licê 10, li 46 gundan jî 46 park û qadên lîstikê hatin avakirin. Niha zarokên Licê di nav aramîyê de têra dilê xwe dileyîzin.

Xizmetên şaredariyê dilê welatiyan xweş kir û wan gihand xizmetên bi salane li bendê bûn.

Wekîlê Şaredar û Qaymaqam Abdulkadîr Çelîk got em ji bo xizmeteke bi qalîte hewl didin.

Çelik got,“Me ewilî Projeya Prestîjê ya Meydanê çêkir. Halê bazara Licê mixabin pir xirab bû. Me dikan û peyarêyên vê derê nû kirin. Me li taxên me yên navend û gundewaran 56 park çêkirin. Berê ji bo zarokên me bileyzin park gelek kêm bûn. Înşeata mala taziyê ya ku em ê çêkin jî dewam dike. Me bi heman bûtçeyê di nav 20 mehan de qasî 10 salan xizmet kir. Ki min dibîne dibêje xwedê ji we razi be. Niha ji bo ava vexwarinê xebatên me dewam dikin.”

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2018, 16:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE