Weqfa Dildarên Perwerdeyê û komeleya karkerên arçelîkê ji bo xwendekaran bi navê “dinyeya nû” kampanyayek dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li gundên midyadê tablet li zarokan belav kirin.
Li Midyada Mêrdînê Weqfa Dildarên Perwerdeyê û Komeleya Karkerên Arçelîkê ji bo xwendekaran kampanyayek da destpêkirin.
Nûnêrên weqf û komeleyê di çarçoveya Kampanyaya Dinyeya Nû de çûn gundên Salhe û Bahwareyê.
Di çarçoveya kampanyayê de 61 tablet hatibûn berhevkirin. Ew tablet li zarokan hatin belavkirin.
Rayedarên Midûriya Perwerdeya Neteweyî, mamoste û xwendekar tevlî merasîma belavkirina tabletan bûn.
Zarok bi saya van tabletan wê bi rehetî bikevin dersên xwe û bixebitin.