Lı Kercewsa Batmanê di çarçoveya xizmeta gundan de projeyên çêkirina riyên gundan dest pê kirin. Riyên 5 gundan bi kevirên parkeyê ji nû ve têne çêkirin.
Riyên gundan ji nû ve tên çêkirin.
Qeymeqamiya Kercewsa Batmanê ji bo çêkirin û nûkirina riyên gundên navçeyê, dest bi xebatan kir.
Di vê çarçoveyê de ewil dê riyên 5 gundan bi kevirên parkeyê bên nûkirin. Bi vê yekê xelkê herêmê wê ji herî û çamûrê bifilite.
Muxtar û şêniyên gundan jî ji xizmetan pir memnûn in û ji bo xebatan spasiya li Qeymeqamiyê kirin.