Xebat û xizmetên li herêmê dewam dikin. Li Sasona Batmanê hîmê nexweşxaneyeke nû ya 50 nivînî hat danîn. Ji bo vê jî li bajêr merasîmek hat lidarxistin.
Xebat û xizmetên ji bo pêşxistina herêmê dewam dikin.
Li Sasonê temelê nexweşxaneyeke nû ya 50 nivînî hat avêtin
Nexweşxaneya ku bi 34 milyonan tê çêkirin wê xizmetê bide xelkê bajêr û deverên derdorê.
Ji bo hîmdanîna Nexweşxaneya Dewletê ya modern, li bajêr merasîmeke taybet hat lidarxistin.
Sasonî dibêjin: “dema nexweşxaneya me çêbe êdî wê hewce neke em herin nexweşxaneyên Batman û Amedê.”