Navenda perwerdeya gel a silopiyê ji bo astengdaran projeyek da destpêkirin. li gorî projeyê li navçeyê astengdar tên tespîtkirin û pora wan bêpere tê çêkirin.
Navenda Perwerdeya Gel a Silopiyê ji bo astengdaran projeyeke mînak da destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de mamoste û xwendekarên kursa kuaforiyê porên astengdaran bêpere çêdikin.
Mamosteyan pêşî pora astengdarên li navendê qeydkirî çêkir.
Li navçeyê bi tevahî 700 astengdar hene. Navend wê bigihêje hemûyan û porên wan çêke.