Xizmetên qeyûman dewam dikin

Şaredariya Gürpinarê li navçeyê parkeke mezin çêdike...

Xizmetên qeyûman dewam dikin

Li herêmê bi rêveberiyên nû yên şaredariyan li bajaran guherînên mezin pêk hatin. Şaredariya payîzavaya wanê jî li bajêr parkeke mezin çêdike, park wê di demeke kurt de bê vekirin.

Li Payîzavaya Wanê piştî tayînkirina qayyûm di gelek waran de xebat hatin kirin.

Pirsgirêkên bingehîn û kêmasiyên navçeyê yek bi yek tên çareserkirin.

Şaredarî niha jî ji bo gel parkeke mezin çêdike. Wê di vê parkê de ji Çewliga hespan bigrin, heya qada paîntbolê, ji parkura macerayê bigrin heya qada guleşê hemû tişt hebin.

Qeymeqam û Cîgirşaredarê Payîzavayê Osman Doğramaci got, “Gulpinar wê bi vê parkê xweştir bibe.”

Qeymeqam û Cîgirşaredarê Gürpinarê Osman Doğramaci : Ez di serî de dixwazim bêjim hûn bi xêr hatin parka herî mezin a herêma rojhilat. Ev der li ser 100 donim erdî hatiye çêkirin û wê turîstên herêmê jî bîne vê derê. Ev baxçe yek jî projeya me ya prestîjê ye. li navçeyê cihê runiştin û seyranê tune bû. Her wiha me gelek projeyên din jî çêkirin. Me xwest em bi vê projeyê bajêr xweştir bikin.

Her wiha ev park parka herî mazin a tematîk a herêmê ye û navê wê jî Baxçeyê Gel ê Gulpinarê ye.

Park wê di demeke kurt de biqede û bikeve xizmeta gel.

Dîroka nûkirinê: 29 îlon 2018, 14:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE