Qeymeqamî û Şaredariya Kızıltepeyê ji bo zarokên hewcedar cil û bergên zivistanê, pêlav û malzemeyên kirtasiyê berhev kirin. Ew alîkarî li 6 hezar xendekarî hat belavkirin.
Qeymeqamî û Şaredariya Kızıltepeyê bi projeyên cur bi cur xizmetan dike.
Qeymeqam û Cîgirşaredarê Kızıltepeyê Hüseyin Çam talîmat da û xwendekarên hewcedar hatin tespîtkirin.
Bi alîkariya karsazên bajêr, cil û bergên zivistanê, pêlav û melzemeyên kirtasiyê hatin berhevkirin.
Cîgirşaredarê Kızltepeyê Huseyin Çam li Dibistana Îpekyoluyê malzeme li zarokan belav kirin û derbarê xebatan de agahî dan.
Çam got, “Me heta niha li navçeyê alîkarî da 6 hezar xwendekarî. Ez bi taybetî sipasî xêrxwazan û karsazên me dikim. Me zarokên xwe kêfxweş kirin. Ji bo me ya herî girîng kêfxweşiya zarokan e.”
Zarokên ku diyarî stendin pir kêfxweş bûn û sipasî qeymeqamiyê kirin.
Xizmetên şaredariyê yên bi vî rengî wê dewam bikin.