Xizmetên Şaredariya Cizîra Şirnexê

Cizre bi saya qayyûm ji nû ve hat avakirin

Xizmetên Şaredariya Cizîra Şirnexê

Cizîra Şirnexê bi xêra xizmetên qayyûm ji nû ve ava bû. Gelê cizîrê ji van xizmetan gelek kêfxweş e.

Li Cizîra Botan, piştî tayînkirina qayyûm gelek guherî.

Qeymeqam û Cîgirşaredarê Cizreyê Faik Arıcan

Ji çêkirina parkan heta şebekeya ava vexwarinê, ji qiraetxaneya gel heta restorasyona cihên dîrokî, şaredarî gelek xebatan dike.

“ Ev bexçeyê bilind, wê bibe bêxçeyê herî bilind ê welatê me. Li rex Çemê Dîcleyê, cihekî mezin dê were çêkirin.”

Projeyên nû yên li ser çemê Dicleyê, jî di demeke kurt de wê bikevin xizmetê.

“ji bo me Çemê Dîcleyê pir girîng e. Beriya niha derdora Çemê Dîcleyê tev çop û gemar bû. Niha me her der paqij kirine. Li derdora wî park çêkirine. Em ê li ser çem pirekê jî çêkin.”

Bi saya van xebatan bajar aramtir û şêntir dibe. Ev yek jî kêfa xelkê bajêr xweş dike.

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2019, 09:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE