Xizmetên şaredariya Cizreya Şirnakê

Cizre bi saya qayyûm ji nû ve tê avakirin

Xizmetên şaredariya Cizreya Şirnakê

Şaredariya Cizreyê li navçeyê xizmetên xwe bê navber didomîne. Piştî Qaymeqam Davut Sînanoglu wek "cîgirê şaredar" hat wezîfedarkirin bi lez û bez dest bi xebat û xizmetan kir. Xebatkarên şaredariyê li navçeyê ji bo asfaltkirina rêyan û çêkirina peyarêyên nû bênavber dixebitin.

Cizreya Şirnakê, piştî tayînkirina qayyûm gelek guherî.

Ji çêkirina parkan heta şebekeya ava vexwarinê, şaredarî gelek xebatan dike.

Şaredarî ji bo jiyana Cizîriyan rihettir, navçeya wan xweştir bibe niha jî rêyan asfalt dike û peyarêyên nû çêdike.

Heta niha 3 hezar û 500 metre boriyên avê hatin raxistin.

Ekîbên şaredariyê, riyên kolanên herî qelebalix ên Cizreyê jî asfalt dikin.

Li bajêr 2 sed û 10 hezar metreçarçik kevirên peyarêyê hatin raxistin.

Piştî van xizmetan welatî wê di zivistanê de ji şilî û heriyê bifilitin û rihet bikin.

Bi saya van xebatan bajar aramtir dibe û ev yek jî kêfa xelkê bajêr xweş dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE