Xizmetên şaredariya Derikê

Li ser daxwaza gel mizgefta mezin ji nû ve tê çêkirin

Xizmetên şaredariya Derikê

Şaredariya Derikê ji bo niştecihên navçeyê xizmetên xwe bê navber didomîne. Li ser daxwaza xelkê dêrikê mizgefta mezin a navçeyê ku di sala 1953an de hatibû çêkirin û dîwarên wê qelişîbûn, hat xirakirin. Li şûna wê dê bi awayekî moderntir mizgefteke nû bê çêkirin.

Mizgefta Mezin a Dêrika Çiyayê Mazî, li Taxa Kaniyaguzê ye û di sala 1953yan de hatiye çêkirin.

Li ser daxwaza xelkê Dêrikê, mizgefta ku dîwarên wê qelişîbûn ji aliyê şaredariyê ve hat xerakirin.

Cîgirşaredar Hakan Kafkas, projeya mizgefta nû amade kir.

Mizgef, bi awayekî modern û bi kapasîteya 2 hezar kesî dê ji nû ve bê çêkirin.

Her wiha di dema xerakirina mizgeftê de ji dîwarên camiyê gelek kûp derketin, kûp teslîmî Midûriyeta Çand û Hunerê ya Mêrdîn hatin kirin.

Midûriyetê destnîşan kir ku ev kûp, ji bo di mizgeftê de deng olan nede hatine bicîhkirin.

Dîroka nûkirinê: 17 Adar 2020, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE