Şaredariya Midyatê dest bi nûkirin û serrastkirina riyên bajêr kir
Ji bo navçeya wan xweştir bibe xebat û xizmetên şaredariya Midyadê di remezanê de jî dewam dikin. Li navçeyê ji bo asfaltkirina hin rêyan û çêkirina peyarêyên nû xebat hat destpêkirin.
Xebat û xizmetên şaredariya Midyada Mardînê dewam dikin.
Şaredarî ji bo jiyana Midyadiyan rihettir, navçeya wan xweştir bibe niha jî rêyan asfalt dike û peyarêyên nû çêdike.
Heta niha 100 hezar metreçarçik kevirên peyarêyê hatine raxistin.
Serrastkirin û asfaltkirina rêyên nav bajêr jî wê jiyana Mêrdîniyan rihettir bike.