Şaredariya Midyatê tesîseke sporê çêdike. Tesîs li ser 47 donim erdî tê avakirin. Di tesîsê de qadên futbol, voleybol û basketbolê hene. Ew ê sala pêş me temam bibe.
Xizmetên Şaredariya Midyata Mardînê dewam dikin.
Şaredarî niha jî tesîseke sporê ya mezin çêdike.
Tesîs li ser 47 donim erdî tê çêkirin. Di tesîsê de qadên futbol, basketbol û voleybolê hene.
Heta niha li herêmê tesîseke ewqas mezin a sporê nehatiye çêkirin.
Niha xebatên tesîsa mezin bi şev û roj dewam dikin. Ciwanên herêmê ji bo vê xizmetê pir bi kelcan in.
Tê plankirin ku tesîs di salekê de bê xilaskirin û di 2021ê de vebe.