Xizmetên Şaredariya Gimgima Mûşê dewam dikin. Şaradariyê ji bo ku zarokên navçeyê bi rehetî sporê bikin û di nav ewlehiyê de bilîzin, 6 cihên sporê û 13 park çêkirin.
Piştî ku li Gimgima Mûşê qeyûm dest bi wezîfeyê kir, xizmetên şaredariyê zêdetir bûn.
Şaredariyê tespît kir ku li navçeyê cihên spor û lîstikan kêm in. Li ser vê bi Serokatiya Teşkîklata Spor Totoyê re têkilî danî û ji wan 500 hezar lîre hîbe stend.
Bi wan piştgiriyan jî li seranserê navçeyê heta niha 6 qadên sporê û 13 park çêkirin û kirin xizmetê.
Zarok li van qadan; basketbol, woleybol, hentbol û fulbolê dilîzin. Her wiha zarokên biçûk jî li parkan di ewlehiyê de ne.