Xizmetên şaredariyên hatin wezîfedarkirin di sandoqê de xwe nîşan dan

Xizmetên ku di heyama şaredariyên ku li Wan, Bidlîs, Hekarî û Mûşê hatin wezîfedarkirin di Hilbijartina Herêmî ya di 31ê Adarê da di sandoqê da xwe erênî nîşan dan

Xizmetên şaredariyên hatin wezîfedarkirin di sandoqê de xwe nîşan dan

Xizmetên ku di heyama şaredariyên ku li Wan, Bidlîs, Hekarî û Mûşê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî va hatin wezîfedarkirin di Hilbijartina Herêmî ya di 31ê Adarê da di sandoqê da xwe erênî nîşan dan.

Qaymeqam Osman Dogramaciyê ku du sal berê ji bo Şaredariya Gurpinara Wanê hat wezîfedarkirin bi projeyên ku çêkirin dirûvê navçeyê guherand.

Li navçeyê 50 milyon lire pere hat xerckirin û digel Dikanên Navendê, Baxçeya Gel, Meydana Bajêr, Meydana Mesîreyê ya Başkulakê, Navenda Werzişên Ferdî, Navenda Çand û Hunerê, Navenda Piştgiriya Malbatê, Navenda Jiyana Bêasteng, Akademiya Zarokan a Ulugbey, Sofreya Norduz, sehayên taxan, baxçeyên serayê, ronîkirina nûjen, projeya kuleya saetê 85 kîlomêtre asfalta germ û 500 hezar mêtreqare kevirên parkeyê hatin raxistin.

Li navçeya ku dirûva wê guherî welatiyên ku xizmeta çendî sal bûn nedîtibûn dîtin di Hilbijartina Herêmî ya di 31ê Adarê da AK Partî tercîh kirin.

Ji niştecihên navçeyê Taha Beyhan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di nav du salên dawîn da li navçeyê şahidiya guherîneke mezin kirin.

Beyhan got "Mirovan di heyamên dawîn da dîtin ka çavkaniyên şaredariyê ji bo çi tên xerckirin û xizmet çawa tê kirin. Vê mînaka şaredartiyê di mirovan da întibaya AK Partiyê derxist holê. Gurpinar bû şahidê guherîneke xweşik û di hilbijartinê da kar emanetî ehlê wê kir. Em hêvî dikin ku di heyama AK Partiyê da ev ast bilindtir bibe."

Songul Ayşînê jî diyar kir ku navçe berê dişibiya gundekî lê niha dirûvê wî nûjen e û got ku "Di heyama ku wezîfedarkirin çêbû da bi taybetî ji bo me jinan gelek xizmet hatin kirin. Em di vê heyamê da bûn xwedî kar. Mirovan piştî ku ev xizmet dîtin AK Partî tercîh kirin."

Erkan Kumrîoglu jî got ku gel xizmetên ku hatin kirin baş dîtin û wiha axivî: "Ji bo ku çavkaniyên gel dîsa ji bo gel bên bikaranîn xebateke gelekî baş hat kirin. Gel xwest ku ev veberhênan dewam bikin û ji bo vê jî tercîha xwe ji bo şaredartiya AK Partiyê bi kar anîn."

Li gor encamên nefermî ji namzedên AK Partiyê li Bahçesarayê Mekî Arvas, li Çatakê Abdurrahman Şeylan, li Gurpinarê Hayrullah Taniş, li Gewaşê Murat Sezer wek şaredar hatin hilbijartin.

- Bidlîs

Şaredariya Bidlîsê ya ku qeyûm lê hat wezîfedarkirin xizmetên ku bi salane nehatibûn kirin ji bo gel kir.

Şaredariya Bidlîsê ji bo jinan jî Mala Hunerên Destan û Jiyanê vekir, xwarina germ belavî kal û pîran, feqîran kir, malên wan da paqijkirin.

Hasan Yoguntê 40 sal e li bajêr esnaf e got şaredarê hatiye hilbijartin wê zêdetir xizmetan bike û wiha axivî: "Gel benda xizmetê ye. Bidlîs bajarekî paşvemayî ye. Înşallah xizmetên 50 sal e nehatibûn dayîn di nav 5 salan da wê bên kirin. Lewra ev xizmet têrê nakin."

Ji esnafan Serkan Çam yê ku 10 sal e li Meydana Mizgefta Mezin dikana wî heye jî wiha got: "Xizmetên qeyûm kirin pir baş bûn. Ev xizmet di sandiqê da hatin xelatkirin. Li vir di 31ê adarê da AK Partiyê şaredarî qezenc kir. Ji ber xizmetên qeyûm kolan û taxên me pir baş bûn."

Li gor encamên hilbijartinê yên neteqez li Bidlîsê namzedê AK Partiyê Nesrullah Tanglay bû şaredar.

- Mûş 

Xizmetên Şaredariya Milazgira navçeya Mûşê ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî cîgirşaredar lê hat peywirdarkirin, di Hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adarê da di sandoqan da erênî reng vedan. 

Parlamenterê Mûşê yê AK Partiyê Mehmet Emîn Şîmşek ji peyamnêrê AAyê ra got ku ew li bajêr bi nêrîna ometê xebitîn.

Şîmşek diyar kir ku xelkê Mûşê li herêmê jî ew kirina desthelat û wiha dewam kir:

"Em ê bi dilsozî xizmeteke pir bînin vê deverê. Me rêza xwe nîşanî terciha gel daye. Me wisa kiriye ku îradeya wan di sandoqê da rast reng vede. Li herêma me şaredariyên cîgirşaredar lê peywirdarkirî, pir bi dilsozî xizmet û xebatên berbiçav kirin. Teqez bandor li terciha gel kiriye, haya me ji vê yekê heye. Em ê li ciyên ku me navber dabûyê dest bi veberhênanan pê bikin û bidomînin. Şaredarê me yê Milazgirê Cengîz Altin jêhatî ye, em ê jî piştgiriyê bidinê. Memnûniyeta însanan dê bandorê terciha wan a dora din jî bike. Em ê jî bênavber di rêya Serokomarê me da di xizmeta gelê me da berdewam bin."

Hulya Bingolê jî got ku ev 20 sal e ew li Milazgirê dijî û wiha dewam kir: 

"20 sal e şaredarî di destê HDPyê da bû. Me tu xizmetek nedît. Ma li navçeyekê îmar, binesazî û sersazî nabe? Bi hatina qeyûm me dît bê ka xizmet çi ye û çawa dibe. Milazgir bi xwe va hat. Ez gelekî sipasiya birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan dikim. Wî got Milazgir û me jî dît ku Milazgir hat avedanîkirin. Helbet van yekan jî di sandoqan da xweş reng vedan. Gelê me bi vê yekê beled e. Bi îzna Xwedê bi Şaredartiya AK Partiyê va îstixdam dê çêbe, ciwanên me dê mexdûr nebin."

- Hekarî

Şaredariyên navçeyên Çukurca û Şemzînaya Hekariyê AK Partiyê qezenc kir.

Li gor encamên nefermî li Çukurcaya navçeya Hekariyê namzedê AK Partiyê Ensar Dundar şaredartî qezenc kir.

Dundar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ê bi kêfeke mezin xizmetê bidin gelê Çukurcayê û wiha axivî:

"Em der û der geriyan. Me ji gelê xwe piştgirî xwest. Ewan jî piştgirî dan me û me qezenc kir. Di pêvajoyê hilbijartinê da qeyumê me xebatên gelekî baş li navçeyê me kirin. Em ji wê bi xebatan nû van xebatan înşellah wê bidomînin. Çukurca êdî naxwaze bi xeberên terorê were rojevê. Em ê ji vir şûn da înşellah bi xeberên xizmetê werin rojevê." 

Li Şemdînliya navçeya Hekariyê li gorî encamên netefermî ên hilbijartinê namzedê AK Partiyê Tahir Sakli qezenc kir.

Tahir Sakli daxuyanî da û got li welêt aramî û xizmet bi ser ketiye û wiha axivî:

"Qaymeqamê navçeya me xebatên gelekî baş kirin. Bi xêra xebatên wî navçeya me wekî bajarekî pêşveçû. Em ji vir şûn da şev û roj bona gelê xwe bixebitin. Hewcedariya vî welatî bi aramî, refah, kar, xwarin, aştî û biratiyê heye. Gelê me ev tişt pêk anî. Emê bi awayî xizmetê bikin. Şemdînlî di navbera Iraq û Îranê de navçeyeke biçûk e. Qezenckirina vê derê ji bo welêt û AK Partiyê serkeftineke mezin e." 

Welatiyên ji van xebatan memnun man ji bo ku ev xizmet dewam bikin rayên xwe dan AK Partiyê.

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE