Xizmetên şaredariyên herêmê

Şaredariya Kiziltepeyê ji bo zivistanê deyne çîçekan hazir dike

Xizmetên şaredariyên herêmê

Li herêmê, xizmetên şaredariyan dewam dikin. şaredariya qosera mêrdînê, ji bo ku zivistanê li parkan bên çandin, li ser 30 donim erdî, kulîlk danîn. her wiha şaredariya kopa mûşê jî şahiya sporên avê li dar xist.

Li Qosera Mêrdînê jî piştî tayînbûna qeyûm xizmet zêdetir bûn. Amadehiyên zivistanê yên şaredariyê jî dewam dikin.

Şaredariyê ji bo ku zivistanê bên çandin toximên çîçekan digihîne. Gelek cureyên kulîlkan, li ser 30 donîm erdî danîn.

Midûrê Park û Baxçeyan Orhan Veli Ertaş behsa xizmetên şaredariyê kir û got em ê di Kanûnê de dest bi çandinê bikin.

Li Kopa Mûşê jî, şaredariyê di Gola Haçliyê de Şahiya Sporên Avê li dar xist.

Di şahiyê de branşên Kano û Raftîngê de çalakî hatin kirin. Cîgirşaredarê Kopê Haci Arslan Uzan jî bi xwendekaran re siwarî botê bûn û raftîng kir.

Cîgirşaredarê Bulanikê Haci Arslan Uzan: “Beriya vê her sal xortên me tevlî rêxistina terorî dibûn, bûyerên terorê diqewimîn. Niha li Kopê hizûr û aramî heye. Ciwanên me bi spor û sin’etê re mijûl dibin. Ji bo siberojê xwe dixebitin.”

Hin xwendekar cara ewil sporên raftîng û kanoyê dikirin. Ji bo vê jî pir bi kelecan bûn.

Xwendekaran ji bo şahiyê memnûn man û xwestin çalakiyên wisa zêdetir bên kirin.

Dîroka nûkirinê: 19 Cotmeh 2018, 16:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE