Li nexweşxaneya dewletê ya Hakkariyê bi merasîmekê beşa anjiyoyê û beşa nexweşên giran a pitikan hat vekirin. Rayedar û siyasetmedarên bajêr beşdarî merasîmê bûn. Her wiha 6 ambûlansên nû jî dest bi xizmetê kirin.
Bi piştgiriya Wezareta Tenduristiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Hakkariyê beşa anjiyoyê, beşa nexweşên giran a pitikan hat vekirin.
Ji bo vekirina beşên nû merasîmek hat lidarxistin. Rayedar û siyasetmedarên bajêr beşdarî merasimê bûn.
Waliyê bajêr İdris Akbiyik di axaftina xwe ya merasîmê de li ser xizmetên tenduristiyê yên li Hakkariyê sekinî.
Waliyê bajêr İdris Akbiyik :“Bajarê me Hakkari digel xizmetên din di beşa tenduristiyê de jî xizmeteke baş distîne. Îro me 6 ambûlans anîn û xistin xizmetê. Bi vî awayî hejmara ambûlansan derket 56an. Hûn jî dizanin li Hakkariyê zivistan dijwar derbas dibe. Lê em ê bi saya van ambûlansan xizmeteke baştir bidin welatiyên xwe.”
Ji ber ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Hakkariyê beşa anjiyojê û beşa nexweşên giran a pitikan tunebû welatî ji bo tedawiyê diçûn Wanê.