Xizmetên tenduristiyê yên li malê

Di şert û mercên bi zor û zehmet de dibin hêviya nexweşan 

Xizmetên tenduristiyê yên li malê

li herêmê di şert û mercên bi zor û zehmet de xwe gihandina nexweşxaneyan gelek girîng e. ji bo vê yekê jî xizmetên tenduristiyê yên li malê dibin hêviya nexweşan. Ekîbên tenduristiyê di nav berf û baranê de diçin malan û kontrolên nexweşan dikin. 

Demsal zivistan e û li herêmê şert û mercên zivistanê dijwar in. 

Li erdê berf heye, car caran qeşa çêdibe. 

Çûyîna nexweşan a ji bo nexweşxaneyan bi zehmet e. 

Di vê rewşê de ekîbên tenduristiyê dibin hêviya nexweşan. 

Ew digel zehmetiyên demsalê mal bi mal digerin. 

Kontrolên nexweşan dikin, dermanên wan didin wan. 

Ev ekîb li Tetwana Bilîsê diçe gundê Yassıcayê û digel berf û baranê nexweşan ziyaret dike. 

Malbat ji vê xizmetê gelek razî ne. 

Ekîbên tenduristiyê ji bilî banga xizmên nexweşan, ji bo kontrolên rûtîn jî diçin serdana wan. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE