Xizmetên Tirkiyeyê yên ji bo Efrînê

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Efrînê 88 hezar kes tedawî bûn...

Xizmetên Tirkiyeyê yên ji bo Efrînê

Rêxistina terorî YPG û PKKê li Efrînê bi xeracê nexweşxane vekiribûn. Lê mixabin ji xeynê terorîstan tu kes nedihatin tedawîkirin. Piştî ku Tirkiyeyê efrîn rizgarkir, navenda tenduristiyê ket xizmeta gel. Heta niha 88 hezar kes bêpere hatin tedawîkirin.

Li Efrînê xizmetên Tirkiyê yên tenduristiyê ketin dewrê.

Xebatên ji bo ku li Efrînê jiyan normal bibe bi kordinasyona Walîtiya Hatayê da dewam dikin.

Wezareta Tenduristiyê Nexweşxaneya Dewletê ya Efrînê xist xizmeta gel.

Li nexweşxaneyê him bijîşkên Tirk û him jî doktorên Suriyeyê wezîfe dikin.

Heta niha 22 hezar kes li serwisa acilê û 36 hezar kes jî li polîkînlîka tedawî bûn. Serbijîşkê Nexweşxaneya Efrînê Murat Çolakoglu got Tirkiye bi hemû derfetên xwe bêpere şifayê belav dike.

Serbijîşk Murat Çolakoğlu: Terorîstên YPG û PKKê nexweşxaneyê ji bo militanê xwe çêkiri bûn. Lê mixabin gel ji feyde neditînin. Piştî rizgarkirinê me hemû kêmasiyan temîn kirin. Ji xeynê serwisa acilê bi 5 beşan xizmeta polîkînlikê didin û emeliyatan dikin. Heta niha 88 hezar kes hatin tedawî kirin.

Hat ragihandin ku ji xeynê Nexweşxaneya Efrînê; li Cinderesê 3, Racu 1, Şêx Hedîd 1, Mabatlî 1, Bulbul 1 bi tevahî 14 ocaxên tenduristiyê vebûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE