Wezareta Ciwanî û Sporê li Batmanê 4 navendên ciwaniyê ava kirin. li van navendan ji bo ciwanan çalakiyên çand, spor û hunerê tên kirin. salê nêzî 10 hezar ciwan ji van xizmetan îstifade dikin.
Xizmetên Wezareta Ciwanî û Sporê yên li herêmê dewam dikin.
Wezaretê li Batmanê Navenda Ciwaniyê ya Petrolkentê vekir. Bi vî awayî hejmara navendan derket 4’an.
Li navendan ciwaniyê cihên muzîk, konferans û hevdîtinê, pirtûkxane, kafeterya û salonên sporê hene.
Ciwan di çarçoveya tevdîrên vîrûsa koronayê de tên navendan û beşdarî çalakiyan dibin.
Xwendekar li navendan ji bo ezmûna zanîngehan amadehiyê dikin, dersên muzîkê digrin, kişik û tenîsê dilîzin.
Salê nêzî 10 hezar ciwan tên van navnedan û ji xizmetan îstifade dikin.