Di roja erefeyê da ku hecac ji bona weqfeyê derketin Girê Erefê Xêliya (Kîsweyê Şerîf) Kabeyê hat guherandin.
Cawê ku li fabrîqeya cawê Kabeyê ya Mekkeyê bi makîne û bi destê 200 xebatkarî di nav 10 mehan da hat dirûtin çend roj berê ji hêla rayedarên Herema Şerîf va teslîm hat hildan û piştî ku hecac kişiyan Girê Erefê îro ber destê sibehê kişandin ser Beytullahê.
Wexta Kîsweyê Şerîf dihat guherandin hin hecacan Beytullah tewaf dikir.
Xêliya Kabeyê bi taybetî tê amadekirin û ji hevrîşimê saf û ji 4 perçeyên zêrîn çêdibe. Xêlî 47 mêtro dirêj e û 657 mêtroqere jî mezin e. Xêliya Kabeyê ji çar koşeyên wê hat jêkirin û guherandin.
Di çêkirina Kîsweyê Şerîf da qederê 700 kîlo hevrîşimê saf, 120 kîlo zîv û zêr tê emilandin û li ser ayet û diayên bi zêr û zîv hatine neqişandin hene.
Xêliya kevin piştî ku bi ava zemzemê tê şûştin ji bona bê nîşandan dişînin welatên Îslamê û muzeyan û wek diyarî jî ji bona serokên hin dewletan tê şandin.AA