Xoxên Îdirê dezgehên fêkiyan dixemilînin

"Berhem hem li bajêr û hem jî li herêmê tên tercihkirin û firotin"

Xoxên Îdirê dezgehên fêkiyan dixemilînin

 Xoxên Îdira li quncê rojhilat ê welêt, hem li bajêr û hem jî li parêzgehên din ên Herêma Rojhilatê Anadoluyê tên tercihkirin.

Li Îdirê ku ji ber taybetiya xaka wê, ciyê wê yê coxrafî û avûhewaya wê gelek sebze û fêkî lê hêşîn dibe, berhevkirina xoxan dest pê kir.

Xoxên ewil ên gihîştî yên bajêr hatin berhevkirin û bo bazarê hatin şandin ku li baxên li ser 1700 dekar erdî hêşîn dibin û di navê da cureyên resen ên bajêr ên bi navê zeferan û xoxa torê jî hene.

Berhemên baxên xoxê yên tê pêşbînîkirin ku rekolteya wê dê di ser 4 hezar tonî da be, xeynî nava bajêr bo parêzgehên din ên Herêma Rojhilatê Anadoluyê û her wiha ciyên cuda yên welêt tên şandin.

Berhevkirina xoxên bajêr dê bi qasî 2 hefteyan biajo û dahata wê jî dê sûdê bide aboriya bajêr.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgeha Îdirê Ozkan Yolcu ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku sezona berhevkirinê ya îsal bi ber û bereket û ew li benda rekolteya di ser 4 hezar tonî da ne.

Yolcu bal kişand, xoxên heyî bi piranî cureyên herêmî ne û wiha dewam kir, "Berhem hem li bajêr û hem jî li herêmê tên tercihkirin. Li parêzgehên cîran û hema hema li hemû Rojhilatê Anadoluyê xoxên Îdirê sifreyan dixemilînin."

Yolcu diyar kir, di xoxê da ew îsal di ser 4 hezar tonî da li benda rekolteyê ne û hilberîna îsal ji ya par zêdetir e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE