Mişmişên Meletiyê ji Ewropa û Emerîkayê bigirin heta rojhilata navîn û Asyayê li gelek deverên cîhanê belav dibin. Rêvebirên borseya bazirganiyê yên Meletiyê dibêjin: “Xwedê hez bike em ê îsal bi qasî 20 hezar ton mişmiş îxrac bikin.”
Mişmişên Meletiyê li seranserê cîhanê belav dibin.
Sedî 80yê mişmişên cîhanê li Meletiyê tên hiberîn.
Ji bo vê, bajar wek embar û navenda mişmişan tê hesibandin.
Mişmişên Meletiyê ku bi kalîteya xwe navdar in, ji Emerîka û Ewropayê bigirin heta Asya û Rojhilata Navîn li 50 welatî tê firotin.
Çav li rê ne ku îsal qederê 20 hezar ton mişmiş bên îxrackirin.