"Îxracata 12 mehên dawîn bi 215,7 milyar dolarî va rekorekî nû ye"

Wezîr Muş: Îxracata 12 mehên dawîn bi 215,7 milyar dolarî va rekorekî nû ye. Îxracata Rêbendan-cotmehê li gorî heman serdema sala çûyî ji sedî 33,9 zêdebû û bû 181,8 milyar dolarî

"Îxracata 12 mehên dawîn bi 215,7 milyar dolarî va rekorekî nû ye"

Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş diyar kir, îxracata cotmehê li gorî heman meha sala çûyî ji sedî 20,2 zêde bû û derket 20,8 milyar dolarî û wiha got, "Îxracata mehane ya herî bilind a meha çûyî ya di dîroka Komarê da nû bû."

Wezîr Muş li Salona Konferansê ya Wezareta Bazirganiyê, di civîna çapemeniyê ya digel Serokê Meclisa Îxracatcanên Tirkiyeyê Îsmaîl Gulle da amarên bazirganiya derva ya meha cotmehê eşkere kirin.

Wezîr Muş bal kişand ku di 10 mehên salê zêde bûye û wiha dewam kir, "Îxracata 12 mehên dawîn bi 215,7 milyar dolarî va rekorekî nû ye. Îxracata Rêbendan-cotmehê li gorî heman serdema sala çûyî ji sedî 33,9 zêdebû û bû 181,8 milyar dolarî."

 Muş ji bo îxracata salane jî wiha got, "Di 10 mehên sala 2021ê da me rekora xwe ya îxracata salane ya herî bilind ku di 2019an da 180,8 milyar dolar bû, derbas kir.

Cotmehê beramberiya îxracatê ya bo îdxalatê li gorî par 5,6 puan zêde bû û derket 93,4an. Hûnê bibînin emê bigihîjin hedefa welatê ku di bazirganiya derva da ferqa zêde dide."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE