Îxracata fistiqên Entabê îsal di heyama rêbendan-cotmehê da li gor 12 mehên par ji sedî 33 zêde bû û derket 158 milyon û 248 hezar dolarî.
Li gor agahiyên ku ji daneyên Yekîtiya Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB) hatin bidestxistin, di sala 2020î da bihayê 118 milyon û 923 hezar dolarî îxracata fistiqa Entabê hat kirin.
Di 10 mehên îsal da jî bihayê 158 hezar û 248 hezar dolarî fistiqa Entabê hat firotin.
Di vê heyamê da Kanada, Malta, Norveç, Portekîz, Fas, Japonya, Hindistan, Malezya, Maldîv, Kuba û Rûsya jî di nav da ji 103 welatan ra 15 hezar û 126 ton fistiqên Entabê hatin îxrackirin.
Tirkiyeyê herî zêde fistiq firotin Îtalyayê. Tirkiyeyê di 10 mehên îsal da bihayê 38 milyon û 918 hezar dolarî fistiq firotin Îtalyayê. Dû Îtalyayê ra bi 27 milyon û 583 hezar dolarî va Almanya û bi 9 milyon û 396 hezar dolarî va Îsraîl tê.AA