Li Tirkiyeyê ji îxrackirina îsota hûrkirî 2 milyon û 527 hezar dolar dahat hat qezenckirin.
Li gor agahiyên ji daneyên Yekîtiya Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatin berhevkirin di sala 2021ê da ji Tirkiyeyê bi 9 milyon û 222 hezar dolarî îsota hûrkirî hat îxrackirin.
Di heyama rêbendan-adarê ya sala par da 2 milyon û 296 hezar dolar dahat hat qezenckirin û di heman heyama îsal da ev ji sedî 10 zêde bû û gihîşt 2 milyon û 527 hezar dolarî.
Di îxrackirina îsota hûrkirî da Almanya bi 614 hezar dolarî di rêza ewil da, Îngiltere bi 313 hezar dolarî va di rêza duyemîn da û Hollanda jî bi 311 hezar dolarî va di rêza sêyemîn da ye.AA